
Di sala 2024an de 665 kesan ji Ermenîstanê mafê penaberiyê xwestine, hejmara herî zêde ya penaxwazan hemwelatiyên Ûkraynayê ne – 151 kes.
Li gorî “Armenpress”ê, ev yek bi nîşaneyên ku ji hêla Komîteya Astatîstîkî ve hatine weşandin eşkere dike.
Sala borî 148 hemwelatiyên Iraqê, 91 hemwelatiyên Îranê, 79 hemwelatiyên Misirê, 56 hemwelatiyên Rûsyayê û 19 hemwelatiyên Sûriyê li Ermenîstanê daxwaza penaberiyê kiribûn.
Di sala 2024an de 203 kes li Ermenistanê statûya penaberiyê wergirtine.
Par jî statuya penaberiyê ya 17 kesan hatibû betalkirin.
Sala borî Ermenîstanê daxwaza penaberiyê ya 185 kesan red kiribû.







