
Serokê duyemîn ê Ermenîstanê, serokê bloka “Ermenîstan” Robêrt Koçaryan, pêwîst dibîne ku Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropayê bi her awayî were parastin.
Koçaryan li ser pirsa ku îro Koma Mînskê çi asteng dike, got: “Gere Koma Minskê bi her awayî bê parastin, ji ber ku eger Koma Mînskê niha were hilweşandin, pir zehmet e ku formek nû ya navneteweyî ya bi wî rengî hebe.”
Wî bal kişand ser wê yekê ku Koma Mînskê wek formateke muzakereyê hatiye avakirin û dikare wisa bimîne.
Li gorî Koçaryan, tenê piştî ku formateke din a muzakereyê ya xebatê were çêkirin, dikare were hilweşandin.
Pêşniyara hilweşandina Koma Mînskê ji aliyê Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ve hat pêşkêşkirinê.







