
Wezîrê T’irkîayê û Adrbêcanêye K’D Bek’ûyê û Stembolêda r’astî hev hatine- goveka cefê k’ûrkirina hevk’arîya malhebûnîyê û t’öcarîyêva girêdayî.
Mîla wan merema berne’ma e’frandina r’iya bi navê “Sivdera Zangêzûr”-êye, k’îjanê Adrbêcanê t’ev merza Naxîcêvanêye avtonome t’ev T’irkîayê girêde.
Sivder, k’îjanê t’opraxa Ermenîsîtanêva derbazve, p’areke meremê t’irk-adrbêcanîyî pêþdabirina t’öcarîyêye navbera Çînstanê û Avropayêdaye.
Îran carekêva miqabilî sivdera 40 kîlomêtrêye pêþdak’iþandinêye, çimkî nihêr’van divêjin, wekî tirsa wan heye, wekî ewê r’iya e’mirdar körtke, k’îjanê Îran seva derbazbûna r’ex mecalê cezakirinêva dide xevatê. Ermenîstana t’ifaqdara Îranê jî miqabilî sivderêye- çawa mecbûrkirina derbazbûna t’opraxa wêva. Lê çaxê Îran ij lihevnehatinê Sûrîaêyê û Libnanêda ze’yfbûyîye, Bek’û û Ankara mecala pêþdaçûyînê divînin.







