Ÿzdî Ermenîstanêda ÿla heremezinin, ê kö miletê kêmjimarin, ê kö t’ev ermenîya dijîn, dixevtin û seva paþwextîya baþ þer’k’arîyê dikin- bi xweykirina e’bûbetkirinê, medenyet û e’detê miletîyê. Ij zar’ê ÿzdîya gelek niha îdarê xwendinêye baþqe-baþqeda hîndivin, xevatêda p’êþedivin. Almast Mûradyanê fakûltêta ZR’D-ye t’arîxê xilazkirîye, niha aspîrante, e’frandara- cêrge miqalê ö’lmî, pêr’a jî bi r’ojne’mevanîya medenyetî mijûldive. Goveka balk’êþîya R’ohlata Nêzîke, dîn û medenyet.
Almast Mûradyan göndê ÿla P’erek’erêyî Bag’ramyanêda dijî, bi p’êþê e’wil t’arîxnase, bi ya döda- r’ojne’mevana meldenyetî.
Dersdar û dê-bavê wê r’öh’dark’arê xwendina qîzêbûne.
Bav t’erefdarê xwendina qîzêye, dê jî bi zar’a mirazê xweyî berê mîaserkirîye.
Sûsanna Bek’iryan: “Qîza min fakûltêt, magîstratûra ZR’D xilazkirîye, niha aspîrante, pêr’a isa jî r’ojne’mevanîyê hîtnbûye, lê kör’ê minî mezin- înstîtûta fîzkûltûrayê, qeremanê Ermenîstanêyî mistejenîyêye”.
Göndê Bag’ramyanêda malê e’slê xweda ÿzdî hindik mane. Niha göndda 20 mal dimînin, bawerbike t’emam jî qewmê hevin, k’îjan e’detê ayînî xweydikin û t’ehwîldikin. Almast Mûradyan peyçûya dînê Þerfedîne.
“Ÿla ezdîyê Ermenîstanêda t’imê sê e’yd têne k’ivþkirinê: e’yda Sölt’an Ÿzîd- meha k’anûna pêþin, e’yda Xidir Nevî- meha sivatê û Kiloç’ê serê salê”.
Ÿzdîya çendekî pêþda e’yda Sölt’an Ÿzdî daye k’ivþê. Wê r’orjê ÿla ÿzdîya t’exta datîne, qesta hevdö dikin û mirîya tiînne bîr, nanê mirîya derdixin. Ermenî jî qesta ÿzdîya dikin- Bêmal T’emiryanê ij göndê ÿla Te’lînêyî Artênîyê divêje. Artênîêda 28 malê ÿzdîya dijîn.
“H’etanî 20-ê meha k’anûna pêþin sê r’oja nanê mirîya derdixin, lê 20-î em texte vedkin, cime’t tê-diçe, lê r’ojê em diçne ser mezela. Ermenî jî tên, firqî t’ine”.
Ermenî û ÿzdî bi yazîyê mînanî hevdöne- bi lêk’olînkirina t’arîxa mileta Almast Mûradyan divêje, herdö jî hatine qir’kirinê. Pêþî-pêþqedemê Almastê ij wîlayet’a Qersê k’oçkirine, merza Aragasotnêda h’îmê xwe lêxistine, paþê hatine Armavîrê. Goveka balk’êþîyê Almastê R’ohlata Nêzîke, Îrana qedîm, dîn û medenyetin.
Almastê þöxölvanîya xweye ö’lmî bidûmîne, mecbûrkirina mêrkirinê gefa li wê naxwe, dê-bava ew hiþtine ser xwestina wê. Lê qîzê ÿzdîya zû dane mêr- bi ber tiþtekî h’esavnekirina xewestin û meremê wê.
Bi h’esavhildana xweþivêtîyê dîn- h’al-zewaca t’ev miletê din nayê r’öh’darkirinê. Almast peyçûyya ÿzdîtîyêye göhdare û pêþewitîya medenyeta miletîyê.