
Şaredariya Êrîvanê roja destpêkirina çêkirina rawestgeha metroya Ajapnyakê eşkere kir
Dê heta dawiya sala 2025’an şîrketeke înşaatê bê hilbijartin û di sala 2026’an de avakirina metroya Ajapnyakê jî wê dest pê bike.
Şaredarê Êrîvanê Tîgran Avînyan di 26ê Kanûnê de di civîneke çapemeniyê de ev tişt ragihand.
Wî ragihand ku muayeneyek berfireh niha tê kirin. Avînyan sedema derengketina destpêkirina înşaetê bi wê yekê vegot ku berê li Ermenîstanê îmtîhanên pispor nehatine kirin.







