
Ermenistan dê beşdarî Lûtkeya BRICSê ya ku di 22-24ê cotmehê de li Kazanê bê lidarxistin bibe. Alîkarê Serokwezîrê Ermenistanê Mhêr Grîgoryan îro 21ê Cotmehê li Meclisa Neteweyî di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ragihand.
Li gor gotina wî, di vê qonaxê de Yêrêvan behsa îhtîmala endambûna komeleyê nake.
Alîkarê Serokwezîr li ser vê pirsê ku gelo îhtîmala tevlîbûna BRICSê heye? “Niha nirxandineke wiha pir zehmet e. Divê di çarçoveya BRÎKS’ê de li ser yekparebûnê hîn têra xwe nîqaş bên kirin, ji bo ku em fêm bikin ev pêvajo çawa ye, dê tiştekî wiha bibe yan na, gengaz e an na.”







