All NewsTop

Ji bo dirêjkirina dema karkirina Atomê heta sala 2041ê xebat tên kirinê

Ji bo dirêjkirina dema xebata Atomê ya Ermenîstanê heta sala 2041ê xebat tên amadekirin. Di 17ê Çiriya Pêşiyê de, Midûrê Atomî ya Ermenistanê Movsês Vardanyan, ev tişt di semînerê de li ser “Pêşniyara Rosatom ji bo çêkirin û dîzaynkirina atomê li Ermenistanê ku pîşesaziya herêmî tê de ye” got.

Got jî: piştî cîbicîkirina projeyên niha, heyama karkirina santrala atomî dikare heta sala 2036 were dirêj kirin.

Vardanyan diyar kir ku pêşnûmeya Rûsyayê ya ji bo avakirina santrala nukleerî ya nû 11 cild bi lêkolîna fîzîbîlîteyê dihewîne.

Li gorî wî, li gorî plana masterê ya pejirandî ya cîhê santrala nû ya nukleerî, dê bikaribe 2 yekîneyên nifşê nû bi kapasîteya 1200 MW were çêkirin.

Rêvebirê kompanyayê amaje bi wê yekê jî kir, ku çêkirina bloka yekem dê ji ya duyem bihatir be. Vardanyan wiha got: “Ji bo cîbicîkirina projeyê, dê hewce be ku hema hema tevahiya keresteyên înşeatê yên ku li Ermenîstanê têne hilberandin tê de beşdar bibin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button