
Pûtîn, Balyozê berê yê Ermenîstanê yê li Rûsyayê nîşana Dostaniyê daye
Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ji ber xizmetên wî yên di xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan de, Xelata Dostaniyê da Balyozê berê yê Ermenîstanê yê li Federasyona Rûsyayê Vagharşak Harûtyûnyan. Ev di biryarnameya têkildar de ku li ser portala fermî ya agahdariya qanûnî hatî weşandin de tête diyar kirin.
Di belgeyê de wiha tê gotin: “Welatiyê Komara Ermenîstanê Vagharşak Harûtyûnyan, ji ber xizmetên wî yên ji bo xurtkirina dostanî, hevkarî û hevtêgihîştina di navbera Rûsya û Ermenîstanê de, xelata Dostaniyê wergirt.”
Vagharşak Harûtyûnyan ji sala 2022an vir ve balyozê Komarê ye. Serokomarê Ermenistanê Vahagn Xaçaturyan di 15ê Tebaxê de parlamenterê berê yê Fraksiyona Nîkol Paşînyan Gûrgên Arsênyan wek balyozê nû yê Rûsyayê destnîşan kiribû.







