
Wezareta Derve ya Îranê tekezî li ser pêwendiyên dostane, avaker û nêzîk ligel Ermenistanê kir
Nûnerê Wezareta Derve yê Îranê Nasir Kananî di civîna ligel medyayê de, li ser pirsa şandina radar û alavên dijî firokeyan ji aliyê Amerîkayê bo Ermenistanê, ti daxuyanî neda û tekezî li ser peywendiyên dostane, avaker û nêzîk di navbera wan de kir.
Li gor rapora “Armenpress”ê, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê di axaftina xwe de her wiha bal kişand ser îradeya hevpar a Ermenîstan û Îranê ji bo pêşxistina peywendiyên dostane, avaker û giştalî û bi taybetî hewldan û hevkariyên hevpar ji bo xurtkirina aramî û ewlehiya navçê. her wiha parastina sînorên hevpar, ku bi pênaseya wê ne, ew sînorên dostanî û ewlehiyê ne, herwiha pêşketin û geşbûna aborî û bazirganî ne.
Lê belê Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê jî diyar kir. “Em şîrove û destwerdanê di mijarên dualî û peywendiyên welatên din ên li gel welatên din nakin, lê wek prensîpeke giştî em bi giştî li hember rola Amerîkayê li navçeyê û herwiha hebûna leşkerî ya Amerîkayê li navçeyê reşbîn in. Ev reşbînî ji dîroka hikûmeta Amerîkayê ya çalakiyên bêîstîqrarê li welatên cihê yên herêmê tê.”







