
Ermenistan dê beşdarî 7emîn Pêşangeha Împorta Navnetewî ya Çînê bibe ku dê di navbera 5-10ê Mijdarê de li Şanghaya Çînê bê lidarxistin û mebesta wê ew e ku tevkariyê li pêşkeftina domdar a karsaziyên piçûk û navîn bike. Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla Wezareta Aborî ya Ermenistanê ve hat ragihandin.
Hat destnîşankirin ku heta niha ji 60 welatan zêdetirî 800 şirket beşdarî pêşangehê bûne.
Tevlîbûna Ermenîstanê ya pêşangehê bi yek standê tê plankirin ku dê bê pere ji şîrketan re bê dayîn. Mesrefên rûniştinê û rêwîtiyê ji hêla beşdaran ve têne girtin.







