All NewsTop

Ermenistan û Tirkiyê li ser îhtimala vekirina deriyê sînorî yê Axûrîk/Akyakayê li hev kirin

Ermenistan û Tirkiyê li ser îhtimala vekirina deriyê sînorî yê Axûrîk/Akyakayê li hev kirin.

Nûnerên taybet ên pêvajoya çareseriyê ya Ermenîstan û Tirkiyeyê, Alîkarê Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan û Sefîr Serdar Kiliç, di 30’ê Tîrmehê de li deriyê sînor ê Margara-Alijanê yê her du welatan hevdîtina 5emîn pêk anîn.

Li gorî rapora “Armenpress”ê, Wezareta Derve ya Ermenistanê da zanîn ku nûnerên taybet lihevkirinên ku di hevdîtinên berê de hatine kirin, dubare kirin.

Wekî din, wan li hev kirin ku hewcedariyên teknîkî li gorî pêşkeftinên herêmî binirxînin da ku dergehê sînorî yê Axûrîk/Akyaka karibe bixebite, û her weha ji bo xwediyên pasaportên dîplomatîk/fermî prosedurên vîzeyê ji hev re hêsan bikin.

Di dawiyê de dûbare tekezî li ser berdewamiya proseya çareseriyê bê şert û merc kirin ji bo bidestxistina armanca dawî ya çareseriya tam di navbera her du welatan de.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button