
Di 17-18ê tîrmehê de li Bakûyê yekemîn Kongreya ku dê ji 15 zêdetir partî û tevgerên ji bo serxwebûna Korsîka, Melanezya, Polînezya, Karayîp û Antîlên “ji kolonyalîzma Fransî diêşin” beşdar bibin, tê lidarxistin. Konferans bi piştgiriya Yekîtiya Gel a ji bo Rizgariya Guadeloupe û Koma Însiyatîfê ya Bakûyê hat lidarxistin.
Li gorî ajansa APA, fikra lidarxistina Kongreyê girêdayî partî û tevgerên siyasî ye ku ji bo serxwebûna herêmên Fransa yên derveyî welat şer dikin.
Sê rêxistinên ji giravên Bonaire û St.
Berteka Parîsa fermî wê çi be, ev meseleya rayedarên Fransayê ye. Lê Bakû bi vî awayî di tevgera Taliş, Lezgîn û Tatiyan de ji bo mafên xwe yên siyasî zêdebûnek derdixe holê û pirsgirêka statuya Qerebaxê ya bêçareser bi cih tîne. Ji niha û pê ve mafê rejîma Aliyev tine ye ku behsa serweriya prensîba yekparçeyiya xakê li ser mafê çarenivîsa gelan bike. Azerbaycan bûye sponsorê cudaxwaziya êrîşkar.







