
Serokwezîr Nikol Paşînyan ku ji bo serdaneke xebatê li Berlînê ye, bi Serokê UEFAyê Alexander Ceferin re hevdîtinek pêk anî.
Hevpeyvîn li ser mijarên girêdayî geşepêdana futbolê li Ermenîstanê axivîn. Nîkol Paşînyan bal kişand ku hukûmeta RA li welatê me girîngiyê dide geşepêdana futbolê û jiyanek bi tendurist û got ku dewlet bi hevkariya Federasyona Futbolê ya Ermenîstanê ji bo vê mebestê xebatên başkirina binesaziyê dimeşîne.
Serokwezîr bi bîr xist ku federasyonên Ermenistan û Gurcistanê ji bo ku Şampiyoniya Ciwanan a Cîhanê ya ku di sala 2029an da bê kirin bi hevparî li dar bixin biryar dane ku serî li FIFAyê bidin.
Serokwezîr hêvî xwest ku serlêdana hevpar were qebûlkirin û destnîşan kir ku di vê mijarê de ji UEFAyê jî tê payîn ku piştgiriyê bidin.
Alexander Ceferin destnîşan kir ku UEFA ji nêz ve bi FFAyê re ji bo pêşkeftin û pêşveçûna futbolê li welatê me hevkariyê dike. Wî bawerîya xwe anî ziman ku pêngavên hukûmeta RA bo baştirkirina jêrxanê dê hêzek nû bide pêşkeftina vê werzîşê li welat. Aleksandr Ceferîn her wiha got, UEFA bi fermî piştgirî dide îhtîmala hevpar a Ermenistan û Gurcistanê ji bo mazûvaniya Şampiyoniya Ciwanan a Cîhanê.
Her wiha li ser şampiyoniya futbolê ya Ewropayê ya ku li Elmanyayê tê lidarxistin jî fikir hatin guherandin.







