
Bi giştî ji sedî 58ê berhemên çandiniyê yên Ermenîstanê bo Rûsyayê tên hinardekirin.
Li gorî rapora “Armenpress”ê, Alîkarê Wezîrê Aboriyê Arman Xojoyan di civîna çapemeniyê de li ser mijara pirrengiya hinardekirinê ev tişt got.
Li gorî Xojoyan, tenê di sala 2024an de 4 pêşangehên navneteweyî hatine sazkirin û derdora 120 rêxistinên Ermenî tê de beşdar bûne. “Yanî 120 sazî bi piştevaniya Wezareta Aboriyê derfet dîtin ku berhemên xwe li Îmarat, Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê pêşkêş bikin. Ji sedî 58ê hevsengiya navînî û qebareya berhemên çandinî-xwarinê ji bo Federasyona Rûsyayê tê hinardekirin.”







