All NewsTop

Ermenistan bi fermî tevlî Peymana Artemîsê ya NASA bû

Ermenistan bû welatê 43yemîn ku bi fermî tevlî Peymana Artemîsê ya NASAyê bû. Peymana Artemîsê di 12ê Hezîranê de li navenda NASA ya li Washington, DC hat îmzekirin.

Ermenîstan ji aliyê Wezîrê Pîşesaziya Teknolojiya Bilind a Ermenîstanê Mkhitar Hayrapetyan, Balyoza Ermenistanê ya li DYA’yê Lîlît Makunts jî beşdarî çalakiyê bûn.

Serokê NASA Bill Nelson di axaftina vekirinê de bi germî pêşwazî li biryara Ermenîstanê ya ji bo tevlêbûna Peymana Artemîsê kir û bal kişand ser destkeftiyên mezin ên Ermenîstanê yên di warên zanistî, lêgerîna fezayê û astronomiyê de.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button