All NewsTop

Metna heyî ya peymana aştiyê gihîştî ye, rêzên dawî dikarin bên sererastkirin û îmzekirin. Paşînyan

Belê, me ragihand ku em amade ne ku di nava mehekê de peymana aştiyê îmze bikin. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya li Meclisa Neteweyî de bi rojnamevanan re axivî.

“Ev tê wê wateyê ku li gorî me metna heyî ya peymana aştiyê pir gihîştî ye û li ser bingeha peymanên dualî yên ku berê hatine çêkirin û hatine îmzekirin, dikare di xetên dawî de were sererast kirin, bibe rengekî dawî.

Serokkomarê Azerbaycanê bixwe jî diyar kir ku Bakûya fermî pabendê Peymanên Pragê û Danezana Almatayê ye. Me ew prensîb jî bi daxuyaniyên Bruksel, Soçî, Pragê tomar kirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button