
Di 7-9ê Hezîranê de li Yêrêvanê yekemîn festîvala mezin a gastronomiyê bi navê Rojên Gastronomiya Êrîvanê tê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de axaftvan bi nûnertiya hev-damezrînerên “EventToura” Meryem Badalyan, Nûne Manukyan, organîzatorên “Rojên Gastronomiya Yêrêvanê” û damezrîner-Serokê Komeleya Aşpêjên Ermenîstanê Arbî Qaraxanî, hatin temsîlkirin. bi berfirehî der barê pêvajoya xebatên amadekariyê de axivî.
Par di çarçoveya Rojên Şeraba Yêrêvanê de festîvaleke biçûk a gastronomiyê hat lidarxistin. Tevî çavkaniyên kêm, bûyer di nav gel de eleqeyek mezin peyda kir, ku organîzatoran hişt ku îsal formatê berfireh bikin. Di sala 2024-an de, festîval dê çar beşan pêk bîne: rojên xwaringehê bi beşdariya derdora 70 xwaringehan ku balê dikişînin ser şef, dersên master û pêşandanên gastronomî.







