All NewsTop

Ermenistan dê cara yekem beşdarî pêşangeha EUROSATORY ya parastin û ewlehiyê bibe

Di pêşangeha parastina bejahî û asmanî û ewlehiyê ya EUROSATORY ya ku dê di navbera 17-21ê Hezîrana 2024an de li Parîsê were lidarxistin, Ermenistan cara ewil tê temsîlkirin.

Li gorî ku ji Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Fransa-Ermenîstanê re, ji Armenpressê re hat ragihandin, pêşangeh dê ji 90 welatan zêdetirî 1800 beşdaran û nêzî 98,000 ziyaretvan û pisporan bike.

Di paviyona “Ermenistan” da heyeta şirketen endam yen Odeya Bazirgani ü Pîşesaziya Fransa-Ermenistan ü şirketen kompleksa eskeri-sanayi ya Ermenistane heye. Ev yek dê derfetê bide van şîrketên ermenî ku ji bo îmzakirina peymanan, teknolojiyên xwe û çareseriyên xwe ji bo cara yekem di Pêşangeha Navneteweyî ya Ewropayê de pêşkêş bikin.

Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan, Wezîrê Pîşesaziya Teknolojiya Bilind Mxîtar Hayrapêtyan dê beşdarî konferansê bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button