Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan 17-18’ê Nîsanê dê serdana Qraliyeta Erebîstana Siûdî bike. Piştî danîna peywendiyên dîplomatîk di navbera her du welatan de di Mijdara 2023an de, ev yekem serdana bilind e ji Ermenistanê bo Erebistana Siûdî.
Wezîr Mîrzoyan di çarçoveya serdanê de wê bi Prens Feysel Bin Ferhan Al Siûd Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî re hevdîtinekê pêk bîne.
Hevdîtinên din ên bi hevkarên Erebistana Siûdî re jî tê plankirin.