Rûbên Vardanyan ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2024an berbijar bû, ji nivîsgeha Rûbên Vardanyan ji “Radiolur”ê re ragihand ku Wezîrê berê yê Dewletê yê Qerebaxê, hev-avakarê înîsiyatîfa însanî ya “Aurora” Rûbên Vardanyan ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2024an hat berbijêrkirin.
Namzediya wî ji aliyê çend kesên xwedî otorîte ve hat destnîşankirin, ku di nav wan de xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê jî heye.
“Rûbên Vardanyan ev xelata bilind ji aliyê kesên rayedar ve ji bo afirandin û piştgirîkirina dora 50 dezgehên perwerdeyî, xêrxwazî, zanistî û însanî yên nû û nedîtî ne tenê li Ermenîstanê, lê her weha li çend welatan.”
Vardanyan di 27ê Îlona 2023an de, li nêzîkî sînorê Ermenîstanê, li ser xala kontrolê ya pira Hekarê, ji aliyê Azerbaycanê ve bi awayekî neqanûnî hat binçavkirin û heta niha jî li Bakûyê di zindanê de ye. Heta 14 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.