
Konseya Ewropayê dê piştgiriya reformên ku li Ermenîstanê tên kirin bidomîne.
Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marîya Pêyçînovîç Bûrîç, piştî hevdîtina bi Serokwezîr Nîkol Paşînyan re di çarçoveya serdana xwe ya Ermenîstanê de, di nivîseke xwe ya li ser mîkrobloga Xê de bal kişand ser vê yekê.
“Îro me li Êrîvanê bi Serokwezîr Nîkol Paşînyan re civîneke xweş pêk anî. Konseya Ewropayê dê di pêvajoya reforman de piştgiriya Ermenîstanê bidomîne.”
Sekreterê Giştî yê KE di notekê de ji bo pêşwaziya germ û hevdîtina gelek baş spasiya Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan jî kir.







