All NewsTop

Çekên nûjen ên nifşa 4 û 5an li Ermenîstanê têne çêkirin. Parlamenter

Di warê pîşesaziya leşkerî da guhertinên me yên şoreşger hene, îro çekên me hene ku li Ermenîstanê têne çêkirinê. Parlamêntar Armên Xaçatryan di hevpeyvîna xwe ya bi radyoya “Azatutyun” re ev tişt gotîe.

“Dibe ku ev çek çekên nifşê 4 an jî 5’emîn bin û welatên pêşketî jî hene ku van çekan jî çêkin. Ger em vê lezê bidomînin, di nav 1-2 salan de em ê bibin xwedî destkeftiyên teknolojîya bilind, ku dê di cîhanê de wekî destkeftên ermeniyan werin zanîn.  Helbet Ermenistan welatek piçûk e, nikare her tiştî çêke.

Wekîl destnîşan kir ku ji bo hilberîna dronan jî plan hene ku di pêvajoya cîbicîkirinê de ne.

“Azerbaycan û Tirkiye xwe bi çek dikin û van hemûyan li ber çavan digirin, em kêşeyên ku em pê re rû bi rû dimînin xeyal dikin û tedbîrên guncav têne girtin. Di nava çend salan da em ê bibin xwedî artêşeke pir têkoşer û nûjen û di salên pêş de jî dê berhemên Ermenîstanê li bazarên navneteweyî baş bên naskirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button