All NewsTop

Îran piştgirîya yekparçeyîya axa Ermenîstanê û serwerîya netewî dike. balyoz

Îran piştgirîya yekparçeyîya erdî û serwerîya netewî ya Ermenîstanê dike. Balyozê Îranê yê li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî di civîna ligel rojnamevan û pisporan da ev yek ragihandîe.

Li gorî wî, peywendiyên bi Ermenistanê ra ku ji bo Îranê xwedî girîngiyeke stratejîk in, xizmeta her du welatan û herêmê dike. Sobhani destnîşan kir ku têkiliyên navbera Ermenistan û Îranê bi awayekî aktîf pêş dikevin. “Sînorên her du welatan yên herî ewle bûn, ji bo gelên her du welatan garantiya aştî û bextewariyê bûn. Bazirganiya di navbera her du welatan de bi lez mezin dibe û têkiliyên di çarçoveya projeyên binesaziyê de bi awayekî aktîf kûr dibin.” Wî her wiha got ku gelên her du welatan di demên dijwar de piştgirî dane hev.

“Çima te tehdît dikin? Heger tu bi hêz bî, ew dikarin te tehdît bikin? Heger tu bi hêz bî kes newêre te tehdîd bike. Sedema nebûna aştiyê nebûna hevsengiya leşkerî ye. Van çarçeweyan da em têkiliyên bi Ermenîstanê re stratejik dibînin. Di navbera hikûmetên Îran û Ermenîstanê de hevtêgihiştinek heye û em di vê rêyê de diçin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button