PoliticsTop

Adrbêcanêda îro bijartinê sedirtîyêye sirêder hatne derbazkirinê

T’ev k’îjanê divin 7 nemzad. Îlham E’lîêvê sedrê e’melda, Zahîd Ordûj û Fûad E’lîêvê xwepêþdadayî, R’azî Nûrûlaêvê pêþendamê firqa pêþe’nîya Miletîyê, Fazîl Mûstafaêvê pêþendamê firqa “Xöliqandina mezin”, Ÿlþad Mûsaêvê pêþendamê firqa “Adrbêcana Mezin”, Hûdrat’ H’esengölîêvê pêþendamê firqa “Pêþe’îya miletîyêye yekbûyî”.

Adrbêcanêda heqê 6 mîlîon 478.623 meriva heye t’ev bijartinavin.

Dengdayîn seh’eta 19-a xilazbûye.

Em bînne bîr, sedrê e’melda ij meha sala 2003-aye çirîya pêþin dîwanêdaye û idî çend cara “hatîye hilbijartinê”. H’ökömet k’ese bi nisilê gihîþte E’lîêv- pey mirina Heyder E’lîêvê bavê wîr’a. K’a çi encamê van bijartinada têne tênivîsarê, aþkelaye, derheqa çida ew delîl þe’detîyê dide, wekî derge-dîwanê Adrbêcanê nihêr’vanê xeleqê avropîye  þêwirxana venexwendine. Lazime bidine k’ivþê, wekî Adrbêcanê þoûya berîbijartina Arsaxa vik-valada t’eþkîlkir. R’aste, binelî vira t’inene, 23 cîderecê bijartinê hatne vekirinê. Bek’ûyê 23 h’ezar bijarvan vira cedvelada wergirtine. Derge-dîwanê Arsaxê dîwwana sedrê Arsaxêye Stêp’anakêrtêda kirine  cîdereca bijartinê, k’îderê îro Îlham E’lîêv û neferê mala wî deng daye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button