All NewsTop

Azerbaycan li dijî Ermenîstanê şerê aborî dike. Vardan Chanyan

Van demên dawîn da, Azerbaycanê hewlên xwe yên ji bo têkbirina pêşkeftina demdirêj a aboriya Ermenîstanê zêde kiriye, bi armanckirina şaxên herî hêvîdar, ên aboriya navxweyî. Serokê Yekîtiya Madên û Mêtalûrjîstan Vardan Chanyan di nîqaşa ku ji aliyê Klûba Rojnamegerên Aborî ve hat lidarxistin de daxuyanî da.

“Salek dawî da Azerbaycan di warê pîşesaziya me û bi giştî aboriya Ermenistanê de pir çalak bûye. Di rojên pêş da belkî em ê li ser navê sendîkaya xwe daxuyaniyekê bidin. Ew şaxên aboriyê – madên, enerjî û hwd.- yên ku ji bo aboriya Ermenistanê xwedî girîngiyeke demdirêj û girîng in, dikin hedef. Gere civaka me bi gavên hevpar hewl bide ku xetereyên bi hedefgirtina Azerbeycanê kêm bike, “Chanyan gotîe.

Ew wê baweriyê da ye ku şerê birêkûpêk a orîjînal a ku ji aliyê Azeriyan va tê meşandin, ji ber vê yekê ye ku niha Ermenistan di warê mezinbûna aborî da ji wan derbas bûye. “Heta sala 2017-18’an tirsa wan a wisa tunebû. Niha jî me bi serjimara GDP-ya Azerbaycanê derbas kir. Ew têdigihin ku ev jî dê bibe sedema pêkhatina hevsengiyeke leşkerî ya nû û li dijî Ermenîstanê şerekî hîbrîd dimeşînin. Bi dîtina min em, ekîba xwe, nûnerên karsazan amade ne ku bi hukûmet û raya giştî re gavên ji bo winda kirina vî şerî nîqaş bikin, “Jhanyan destnîşan kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button