All NewsTop

Heger ek mafê me yê artêşbûnê bipirse, mafê me yê hebûnê jî dipirse. serowezîr

Reforma artêşê, hebûna artêşeke bihêz û amadebaş mafê serweriya her welatekî ye, em ê li ser vê rêyê berdewam bin.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di çalakiya pîrozbahiyê ya ku ji bo 32yemîn salvegera Artêşa Komara Ermenîstanê hat lidarxistin da ev tişt gote.

“Artêşa bi hêz û şerker yek ji faktorên herî girîng e ku serwerî, yekparçeyiya erdê, serxwebûna Ermenistanê dabîn dike, lê ne tenê faktor e. Paşînyan bal kişand ser du faktorên din ên serekî yên di warê dabînkirina ewlehiyê da: têkiliyên derve û rewabûna siyasetên ku têne meşandin ji aliyê hiqûqa navneteweyî va.” .

Wî bal kişand ser wê yekê ku Ermenîstan gerekê xwe bi wê axa ku ji alîyê civata navnetewî ve tê naskirin, yanî axa komara Sovyet a Sosyalîst a Ermenîstanê, ya ku bi axa Ermenîstanê ya serdest e yek e, bide naskirinê.

Paşînyan amaje bi daxuyaniyên tund ên Azerbaycanê yên derbarê bidestxistina artêş, çek û alavên Ermenistanê de jî kir û tekez kir, ku ti kes nikare pirsa serweriya Ermenistanê ya hebûna artêşê bipirse.

“Ger kesek vî mafê me bipirse, ew mafê me yê hebûnê dipirse. Vê rewşê de ji bilî parastina dewletbûna xwe, serxwebûna xwe, yekparçeyiya axa xwe bi hemû rê û rêbazên ne mimkun ve em neçarin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button