All NewsTop

Pisporê Îranî got ku Têhran çawa bersiv da planên Bakûyê ji bo vekirina korîdorekê di ser Ermenistanê ra

Di mehên borî da, Îranê du caran hêzên xwe li nêzîkî sînorên bi Azerbaycanê re kom kiriye. Pisporê Enstîtuya Lêkolînên Îran û Avrasyayê Xûdratollah Şafîe di axaftina xwe ya bi nûçegihanê NEWS.amê re wiha got.

Wî her wiha gotîe: Li Îranê nêrînek heye ku ji ber van tedbîrên Tehranê ye ku Azerbaycanê heta niha eniyek nû li hemberî Ermenistanê venekiriye ji bo girtina Syûnîkê û pêkanîna projeya bi navê Korîdora Zengîzûrê.

Bi gotina wî, heta niha jî projeya bi navê Korîdora Zengîzûrê nehatiye jibîrkirin û Bakû dest bi operasyoneke nû nake, ji ber ku dizane ku niha civaka navdewletî van tedbîran napejirîne.

“Sedema ku Azerbaycan dest bi çalakiyên aktîf nake ev e. Lê gava sedemeke wan a nû hebe, wê bi Ermenîstanê re nakokiyên nû, li dijî Ermenîstanê çalakiyên nû çêbibin.

Vê carê ne li ser Qerebaxê ye, hewldan li dijî serweriya Ermenîstanê tên kirin, ji ber ku ew (Tirkiye û Azerbaycanê – weş.) dixwazin heman korîdorê di ser navçeya Syûnîk a Ermenîstanê re vekin.”

Wî bal kişand ser wê yekê ku Îran hewl dide rê li wan bigire ku bigihin van armancan.

“Tu kes nikare bêje ku eger provokasyonên nû yên Azerbaycanê pêk bên, Îran jî dê bikeve nav vê pevçûnê, lê diyar e ku îşaretên eşkere hene ku Tehran naxwaze rê bide Azerbaycanê ku di nav axa Ermenistanê re korîdorekê veke.” pispor got. encam da.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button