All NewsTop

Bi temamî nayê qebûlkirinê. Paşînyan bersiva Alîyêv daye

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan daxuyaniyên Bakûyê ji bo pêvajoya aştiyê derbeke giran dinirxîne. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna koma înîsiyatîfê ya partiya “Peymana Sivîl” da, amaje bi daxuyaniyên vê dawiyê yên Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyêv kirîe.

Li gorî wî daxuyaniyên Alîyêv  girêdayîe tev hilbijartinê.

Paşînyan destnîşan kirîe, “Azerbaycanê li dijî Ermenîstanê dest bi îdiayên axê kiriye, ev yek bi temamî nayê qebûlkirinê.”

Girêdana bi Naxîçevan û “Korîdora Zengîzûrê”

Li gorî Serokwezîrê Ermenîstanê, hewl tê dayin ku di derbarê Ermenîstanê de diyalogeke dervayî sînor were çêkirinê.

“Herweha dema ku em dibêjin ‘deqeyek’, ev daxwaza yekparçeyiya axa Ermenîstanê û serweriya Ermenîstanê ye, çawa bertek nîşan didin, dibêjin em heman axaftinê di derbarê peywendiyên ku di nav axa Îranê re derbas dibin û di nav wan de Bakûr jî heye, bikar tînin. Korîdora Başûr ku ji Rûsyayê di ser axa Azerbeycanê re derbasî Îranê dibe.

Em dibêjin: pir baş e, hûn fêm dikin ku niha pirsa girêdana Azerbaycan-Naxîcewanê heye, lê… Û paralelî li ser dabînkirina wê pêwendiyê di nav axa Îranê de, ku îro jî heye, têne kişandinê. Em bi vî awayî bersiva vê yekê didin: Çawa ku Îran pêwendiya bi Naxîçewanê ra peyda dike, em di heman şert û mercan de hem ji bo rêyên hesinî hem jî ji bo otoban amade ne.”

Paşînyan her wiha destnîşan kir ku lihevkirinên giştî hene ku gere aştiya di navbera welatan de û herwiha pêvajoya xêzkirina sînoran li gorî peymana sala 1991ê be. Li ser bingeha Deklerasyona Alma Ataê be.

Eyarkirina sînoran

Serokwezîrê Ermenistanê li ser sererastkirina sînorên bi Azerbaycanê ra jî axivîe. Li gorî wî dema ku Azerbaycan behsa vegerandina 4 gundan dike, Ermenistan pirsa 32 gundên ku herêmên wan ên jiyanî dagîrkirî ne, di nav wan de herêma Gexurkaniyê jî tîne rojevê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button