
Aliyê Ermenî hêvî dike ku Azerbaycan helwesteke nîşan bide û danûstandin û hevdîtin berdewam bin. Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê re gotîe.
Wezîr amaje bi rakirina bloka danûstandinên aborî yên herêmê jî kir û got, “Di dawiyê de aştî ne tenê nebûna çekan e. Ew sînorên vekirî, tevgera mal û mirovan e. Dema ku Ermenistan di bin dorpêçê de bimîne, zehmet e ku meriv ji rewşek re bibêje aştî. Rakirina blokan jî gere li gorî çend prensîban pêk were, ew jî naskirî ne: serweriya welatan li ser ragihandinê, wekhevî û hevdû. Heger Azerbaycan xwe bigihîne rêyên hesinî û ragihandinê yên Ermenîstanê, gere Ermenistan jî bikaribe rêyên hesinî yên Azerbaycanê bikar bîne.” Wezîr Mîrzoyan got.







