All NewsTop

Ermenistan û NVIDIA li ser berfirehkirina hevkariyê gotûbêj dikin

Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Vahan Kêrobyan bi Alîkarê Serokê Karsaziya  NVIDIA ya li Hindistanê Şankêr Trîvêdî re hevdîtin kir. Hevpeyvîn li ser îmkanên hevkariyê, di warê îstîxbarata çêkirî de jî gotûbêj kirin. Li ser îhtîmala berfirehkirina fealiyetên şirketê li Ermenistanê jî îşaretek hat kirin.

Wezîr Kêrobyan her wiha bi serokê kompanya Micron Technology û serokên çend kompanyayên din ên teknolojiya bilind re jî civiya û hawîrdor û derfetên kar ên Ermenistanê pêşkêşî wan kir.

Kêrobyan di Facebookê de nivîsî: “Armanca me ew e ku em hebûna dêwên teknolojîk li Ermenîstanê pêşve bibin û yên heyî teşwîq bikin ku çalakiyên xwe berfireh bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button