Aliyê rûsî hîvîdar e ku serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan beşdarî lûtkeya nefermî ya serokên welatên Hevpeymaniya Dewletên Serbixwa. Nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Federasyona Rûsyayê Marîya Zaxarova di brîfîngekê da ragihandîe.
“Em xwe dispêrin wê yekê ku Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan dê ji vexwendina Serokê Federasyona Rûsyayê sûd werbigire û dê di 25-26ê Kanûna pêşin de wê bê Sant Pêtêrsbûrgê û li wir beşdarî Civîna Lijneya Bilind a Yekîtiya Avrasyayê bibe.” Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê û civîna kevneşopî ya beriya Sersalê ya serokên dewletên Hevbeş ên Dewletên Serbixwe.
Derbarê helwêsta Rûsyayê ya derbarê çareserkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê de jî, li gor Zaxarova, her yek ji Serokomar û Wezîrê Derve yê Rûsyayê û herwiha rêveberiya Serokomarê Rûsyayê û Wezareta Derve ya Rûsyayê çendîn caran û bi awayekî berfireh ew yek ragihandiye.
Zaxarova gotîe: “Bi rêberiya xwezaya hevalbendî ya têkiliyên bi Ermenistanê re, Moskow her dem amade ye ku hemî pirsên nû bi aramî, profesyonelî û hevkariyê çareser bike.”