All NewsPoliticsTop

Rewşa Ermenîstanê piştgiriyeke xurt ji YE dixwaze. Borêl

Rewşa ku li Ermenîstanê hatî afirandin, piştgirîya xurt a Yekîtîya Ewrupa dixwaze.

Ev yek ji aliyê Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê, Josêp Borêl, di civîneke çapemeniyê de berî civîna Civata Wezîrên Derve yên YE ragihandîe.

“Rewşa li Ermenîstanê piştgirîya me ya xurt dixwaze. Gere em bibînin ka em çawa dikarin wê zêde bikin. Ji ber ku em behsa sînorê xwe yê rojhilatê dikin, Gere em fêm bikin ka em ê Hevkariya Rojhilat çawa bi rojevê da bihêlin.”

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di 11’ê Kanûna pêşin de li Brukselê beşdarî civîna di formata Konseya Wezîrên Derve yên YE’yê de bûue. Danê êvarê jî Ararat Mîrzoyan di formata Hevkariya Rojhilat a Yekîtiya Ewropayê de beşdarî civînê wê bive.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button