All NewsTop

“Moskow hevkarekî ne bawarîe .” Balyozê Amerîka li Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê li Ewropayê. “Azadî”

Di van 18 mehên borî de, Rûsyayê îspat kir ku ew di ti warî de ne pêbawer e. Balyozê Amerîka li Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê li Ewropayê Maîkl Karpêntêr di hevpeyvînekê de ligel kanala ermenî ya Radyoya Azadî bersiva vê pirsê daye ku gelo Waşîngton îhtîmala hevkariyê bi Moskowê re di verastkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê de dibîne yan na.

“Rûsya bi tundî êrîşî cîranê xwe kir, li ser gelek erkên navneteweyî derewand û di salên dawî de gelek caran ew binpê kirin. Rûsya bêyî destûra van welatan leşkerên xwe li Moldova û Gurcistanê bi cih dike. “Moskow di danûstandinan de ne alîyekî pêbawer e,” wî tekez kir.

Li gorî wî, divê aştiyeke adil li herêmê hebe, ku li gorî berjewendiyên her du aliyan be.

“Binêrin ka çi bû sedema pevçûnê. ew mirovan ji malên wan derdixe, dibe sedema trajediyan, hêrsê çêdike,” balyoz got.

Li gorî baweriya wî, tu kes bi vê yekê re eleqedar nabe.

“Ez ti têkiliyan di forma koma Mînskê de nizanim. Koma Mînskê heta ku alî biryarek cuda nedin hebûna xwe berdewam dike.

Di derbarê hevdîtinên rayedarên Amerîkî yên bi hevkarên Rûs re ez tiştekî nizanim. Dema pirs bibe mijareke girîng a weke aramiya stratejîk, em ji bo nîqaşan amade ne. Lê niha Rûsya bi berpirsyarî nêzî pirsên wiha nabe. Berevajî vê. “Em firsendê ji bo gotûbêjên berhemdar di pêşerojek nêzîk de nabînin,” dîplomat destnîşan kirîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button