
Komên xebatê yên Komîteya Xaça Sor a Navdewletî ya li Qerebaxê serdana malbatên ermenî yên li wir mane, ji bo bersivdayîna pêdiviyên wan didomînin. Berpirsa ragihandinê ya şanda Xaça Sor a Navdewletî Zara Amatûnî di hevpeyvînekê da li gel “Armenpress”ê ragihandîe ku zehmet e amarek taybet ji ermeniyên mayî bidin, lê em behsa çend dehan ermeniyan dikin.
Dema piraniya ermeniyên ji Qerebaxê koçî Ermenîstanê kirin, ekîbên me bi wan kesên ku ji ber hin sedeman man yan jî nekarîn biterikînin di cih da dest bi xebatê kirin. Hemû kesên ku dixwestin biçin Ermenîstanê, lê ji ber hin sedeman nekarîn biçin, rêxistina me di vê pirsên da alîkarî kirîe. Nêzîkî 50 kes e. Ew mirovên ku bi qelsiya laşî, pirsgirêkên tenduristiyê hene. Me alîkariya bi dehan kesan kir ku bi rêya telefon û vîdyoyê bi xizmên xwe yên li Ermenîstanê re têkilî daynin. Komên me yên xebatê bi berdewamî serdana wan kesan dikin ku daxwaza xwe ya mayîna li Qerebaxê anîne ziman û pêdiviyên wan dinirxînin.”