All NewsTop

“Fransa qaîle bi Ermenistanê ra peymanek leşkerî pêk bîne”. Katrîna Kolona

Bi serdana xwe ya Ermenîstanê, ez dixwazim nîşan bidim ku Fransa li hember yekparebûna axa welatê  Ermenîstanê û li hember her gefan pir hişyar e. Wezîra Ewropa û Karûbarên Derve ya Fransa Katrîna Kolona wedê civîneke çapemeniyê ya hevbeş da ligel Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan ragihandîe.

“Fransa razîbûna xwe daye ku peymanek paşerojê bi Ermenistanê ra îmze bike, ku dê bikaribe alavên leşkerî bide Ermenîstanê da ku parastina xwe misoger bike. Min bi fermî bang li Josêf Borrêll kirîe ku mîsyona çavdêriyê ya li Ermenîstanê berfireh bike, erkê zêde bike û Ermenîstanê jî bike nav “Mekanîzmaya Aştiyê ya Ewropî”, wek mînak li Moldovayê. Kolonna destnîşan kirîe.

Li gorî wî armanca wan ew e ku YE û endamên wê derbarê yekparçeyiya axa Ermenistanê da sînyalên zelal bidin. “Her kiryareke ku yekparçeyiya axa Ermenistanê tehdîd bike, dê bersiveke pir tund werbigire.” – Wezîrê Derve yê Fransayê gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button