
Li gorî rapora Şaxa Îtalyayê ya Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, di nava penaberên ji Qerebaxa Çiya bo Ermenîstanê hatine veguhestinê da 29 hezar zarok hene.
“Ji 29’ê Îlona 2023’an û vir va 98 hezar û 625 kes neçar mane herêmên ku ji ber şer û pevçûnên dawî bandor bûne terk bikin. Ji wan nêzî 29 hezar zarok in. “UNICEF li bajarê Gorîs ê kamp ava kirîe, ku rojêda nêzîkî 300 zarok û dê û bavên wan tên qebûlkirinê.” – ji rêxistina navneteweyî hat ragihandinê.