
27ê Îlona 2020an di saet 07:10an da serê sibê ji Qerebaxê yekem xeber hat ku Azerbeycanê êrîşeke hewayî û mûşekî dike.
Operasyonên şer li ser dirêjahiya xeta Qerebaxê û Azerbaycanê û herwiha li hin deverên xeta navbera Ermenistan û Azerbaycanê pêk dahat.
Li Ermenîstan û Qerebaxê qanûnên leşkerî û seferberiya giştî hatin ragihandin.
Piştî 44 rojan, di 10ê çirîa paşin 2020an da, peymanek li ser rawestandina şer di bin bandora rasterast a Federasyona Rûsyayê da hatîe îmzekirin û li gorî wê peymanê piraniya axa Komara Qerebaxê ket bin kontrola Azerbaycanê.
Şerê da, Azerbaycanê tevahiya cebilxaneya xwe bi karanîna leşkerî ya mezin a balafirên bêmirov, alavên herî dawî û topên giran û pevçûnên fermî di qada agahdarkirinê da bikar anîê. Wan navê şerê digotin nifşê 5.
Tirkiyê piştgiriya leşkerî ya vekirî daye Azerbaycanê. Terorîstên kirêt ên ji Sûriyeyê jî tevlî şerê li dijî ciwanên Ermenî dikirin.
Gelek welat û rêxistinên navneteweyî şer bi tundî şermezar dikirn û bang li aliyan kirin ku demildest agirbestê rawestînin û danûstandinên avaker ji nû va bidin destpêkirinê.