All NewsTop

Di encama êrîşa artêşa Azerbaycanê ya li dijî Qerebaxê da 35 sivîl birîndar bûne

Di encama êrişa leşkerî ya Azerbaycanê li dijî Qerebaxê da, di nav xelkê sivîl da 35 birîndar hene: 13 zarok, 15 jin û 7 mêr. Ev yek ji aliyê parêzvanê mafên mirovan ê Qerebaxê Gêxam Stêpanyan va hatîe gotinê.

“Li gorî agahiyên ku ji saet 03:00’an va hatine bidestxistinê,  nava sivîlan da 35 birîndar hene, 13 zarok, 15 jin û 7 mêr. Li hemû herêmên Qerebaxê kuştî û birîndarên sivîl hatin tomarkirinê.”  Parêzvanê mafên mirovan ê Qerebaxê Gêxam Stêpanyan mîkrobloga xwe ya X da nivîsîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button