
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê axivîn.
Alîyan têkiliyên Ermenîstan-Tirkiyê û mijarên herêmî gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de serokên her du welatan tekez li ser wê yekê kirin, ku bidestxistina aştî û aramiya demdirêj li navçeyê wê bibe alîkar bo pêşkeftin û bexteweriya hemû welatên navçeyê.
Aliyan diyar kirin ku ew ê di vî warî de xebatên dîplomatîk bidomînin.







