
Ermenîstanê demeke dirêje, ku dest bi karên erêkirina Statuya Romayê kiribû. Li gorî prosedurên Komara Ermenîstanê ew pêvajoyek demdirêj e, û demên xerab de çebû. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona giştî re got.
“Ew tesaduf, wek nimûne, di çarçoveya dadgeha Laheyê de çêbû. Ez dixwazim bibêjim, ku pêvajoya erêkirina Statuya Romayê tu eleqeya wê bi têkiliyên Ermenî-Rûsyayê re nîne, tenê bi aloziya sînoran re ye:” wî tekez kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku di 1ê Îlonê de hat zanîn, ku hikûmeta Komara Ermenîstanê Statuya Romayê ji bo erêkirinê şandiye Meclisa Neteweyî.
Derbarê aloziya sînor de jî wî anî ziman ku îro li ser sînorê Ermenîstan-Azerbeycan, Qerebax-Azerbeycan alozî heye, ji ber ku Azerbaycan li ser sînor leşkeran kom kiriye.
“Di vê rewşê de, banga yekem bi gelemperî ji Serokê Federasyona Rûsyayê re ye, ji ber ku ew bê guman ji vê rewşê agahdar e. Ger hewce bike, ev axaftinên têlefonê dikarin bibin, “wî got.
Her wiha amaje bi serdana hevjîna xwe Anna Hakobyan ya Ukraynayê jî kir, ku bû sedema dengvedan û diyar kir, ku divê ev serdan neyê sîyasetkirin.
“Bê hewceyî siyasetkirin tê kirin, hevjîna min ev demeke dirêj e ku di hevkariya jinên yekem de cih digire û di vê çarçoveyê de beşdarî çalakiyan dibe. Ji aliyê din ve li Komara Ermenîstanê jî çalakiyeke bi vî rengî tê plankirin.”
Wî bal kişand ser tetbîqatên leşkerî yên Ermenî-Amerîkî jî û destnîşan kir ku ev ne cara yekê ye, ku li Ermenîstanê tê derbaskirin.
Ji bo bibîrxistinê, Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê di 6ê Îlonê de ragihandibû, ku di 11-20ê îlonê de tetbîqata leşkerî yên Ermenî-Amerîkî wê were derbaskirin.







