
“Rojên Mîrateya Ewropayê” îsal di 26 û 27ê Tebaxê de li Ermenîstanê, bi temaya “Mîrasa Zindî” tê derbaskirin. Bername ji bo 20emîn salvegera Peymana “Parastina Mîrateya Çandî ya nemal” tê derbaskirin.
Di nava du rojan de, zêdetirî 100 saziyên çandî wê di bin banê xwe de mazûvaniya mêvanan bikin, li gorî temayên rojê wê gelek çalakiyên çandî bêne organîzekirin. Konserên folklorî yên klasîk û ermenî, pêşandana fîlman, matîneyên edebî-muzîk, bernameyên perwerdeyî, înteraktîf, civîn-nîqaş, dersên master û hwd.
Girtina bernameyê wê ji aliyê Wezareta Perwerde, Zanist, Çand û Sporê ya Komara Ermenîstanê ve li ser xaka Katedrala Zvartnots bê kirin. êketin belaş e.
Em bi dilgermî we vedixwînin, ku hûn beşdarî bernameya “Rojên Mîrateya Ewropî” bibin, ku di 26 û 27ê Tebaxê de li Ermenîstanê tê derbaskirin.