
Ji Êrîvanê ber bi Kapanê û berevajiyê, seferên balafiran wê her rojên duşem û înê bêne kirin. Seferên ji Erîvanê saeta 08:00, ji Kapanê jî saeta 10:00’an wê bên kirin. Li ser rûpela “Facebook”ê ya Syunîkê ew agahî hate dayîn.
“Hemû kesên, ku dixwazin ji Êrîvanê herin Kapanê û ji Kapanê jî bi balafirê herin Êrîvanê ji niha ve xwedî wê derfetê ne.
Ji bo veqetandina bilêtan, hûn dikarin bi pargîdaniya “Atlantis” re têkilî daynin.
Biha ji 52 dollar dest pê dike,” poste de hate nvîsandin.