
Wezîrê Dewletê yê Qerabaxê Gurgen Nêrsîsyan li ser rûpela xwe ya “facebook” ê ragihand, ku hêzên çekdar ên Azerbaycanê zeviya genim a herêma Sarûşena Qerabaxê di bin agirbest de dihêlin û îmkana nan ji şêniyan bêpar dihêlin.
“Azerbaycan ne tenê zêdetirî 8 mehan gelê Qerabaxê di bin dorpêçê de dihêle û wan ji têkiliya bi Komara Ermenîstanê re bêpar dihêle, lê bi bikaranîna hêza leşkerî an jî gefa wê, hertim astengiyan li pêşiya xelkê sivîl çêdike, ku pirsgirêkên xwe yên rojane çareser bikin.
Ev çend roj in şêniyên navçeya Sarûşen a herêma Askeraê, ji bo ku pirsgirêka nan çareser bikin, hewl didin debara zeviya genim a gund kom bikin, lê xelk û alavên çandiniyê yên ku nêzîkî zeviyê dibin, bi berdewamî ji çeperên Azerbaycanê yên li derdorê tên armanckirin.
Her çend her carê li Qerabaxê aştîparêzên rûsî roj û dema berhevkirina dirûnê bi alîyê Azerbaycanê re hevaheng dikin û di cih de bi amadebûna aştîparêzan têne organîze kirin, lê dîsa jî dema ku kar dest pê dike, agirekî bê rawestan ji cûrbecûr çekên tifingê dest pê dikin, pişt re kar yekser tên rawestandin û sivîl bi alîkariya hêzên aştîxwaz ber bi ewlehiyê ve tên veguhestin.
Şêniyên taxa Sarûşenê ji îmkana çinîna genim, çavkaniya nanê xwe bê par mane:”di nota Wezîrê Dewletê de hat gotin.







