All NewsTop

Hîkmet Hacîyêv wê baş bike ku dev ji vê kampanyaya derewan berde. Êdmon Marûkyan

Heya niha, aliyê Ermenistanê hemû gavên pêwîst di çarçoveya avakirina baweriyê de avêtine, di nav de jî şandina hemû nexşeyên mayînan bo Azerbaycanê, lê li hember vê yekê, Azerbaycan berdewam tometên derew li ser danîna mayînan berdewam dike û berevajî rêkeftinan. Ji xwe girtiyên şer û kesên din ên di girtîgehên xwe de girtî jî serbest bernedaye. Balyozê bi erkên taybet ê Ermenîstanê Êdmon Marûkyan di mîkrobloga X’ê de li ser vê yekê nivîsîe.

“Azerbaycan bi berdewamî êrişî deverên cuda yên axa Ermenistanê ya serwerî dike û dagir dike, erkên bingehîn ên 9ê çirîa paşin binpê dike û gelê Qerebaxê bi temamî di bin bilokê de dihêle.

Hîkmet Hacîyêv wê baş bike ku dev ji vê kampanyaya derewan berde, ji ber ku ew bi tu awayî nikare bala civaka navneteweyî ji pirsa siyaseta paqijkirina etnîkî ya ku ji aliyê Azerbaycanê ve tê meşandin dûr bixe.”  Marûkyan nivîsandîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button