PoliticsTop

Rawestandina jenosîda Ermenîyan li Qerebaxê mijareke sereke ye: Luîs Moreno Okampo

Jixwe li Qerebaxê li gorî xala duyemîn a Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Jenosîdê qirkirin tê kirin. Niha peywira bingehîn ew e, ku bi rakirina blokan ji Korîdora Laçînê Jenosîd rawestin. Serdozgerê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Luîs Moreno Okampo, li ser “Twitter”ê dîsa li ser rewşa Qerebaxê nirxand.

Beriya niha Ocampo encamnameya xwe weşandibû û girtina korîdora Laçînê wek jenosîda Ermeniyên Qerebaxê bi nav kiribû.

Moreno Okampo di gotareke nû de bi bîr xist, ku 153 dewletên ku beşdarî Peymana Jenosîdê bûne ji bo pêşîlêgirtin û cezakirina jenosîdê pabend in. Di nav wan welatan de dewletên, ku endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransa) ne.

Di vê çarçoveyê de, wî destnîşan kir, ku Ermenîstanê bi daxwaza derbaskirina civîneke awarte li ser rewşa Qerebaxê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da.

Ocampo her wiha diyar kir, ku Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcên Jenosîdê sûcê jenosîdê bi berfirehî wiha pênase dike:”Afirandina bi qestî şert û mercên jiyanê ji bo her komek, ji bo ku bibe sedema tunekirina wê ya laşî, ya tevahî an qismî.”

Ji ber vê yekê, wî eşkere kir, ku jenosîd ne tenê wekî qirkirina girseyî ya mirovan, lê di heman demê de, afirandina şert û mercên mirina wan jî dikare were hesibandin.

Şert û mercên wiha, wekî ku dozgerê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî jî diyar kir, ji bo Ermenîyên, ku li Qerebaxa Çiyayî dijîn, beriya niha hatine çêkirin.

Li gorî wî, hîn jî mimkun e, ku rê li ber cureyên din ên qirkirinê bê girtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button