TopWorld

Opozîsîon li dijî desthilatdariya Azerbaycanê banga cezakirinê dike

Tûran da zanîn, ku partiya “Eniya Gel a Azerbaycanê” bang li civaka demokratîk a navneteweyî dike, ku li dijî rejîma otorîter a Azerbaycanê tedbîrên cezakirinê bigirin.

Rejîma Îlham Alîyev bi israr dixwaze Azerbaycanê bike welatekî, bîna Koreya Bakur û divê civaka navneteweyî rê nede vê yekê:” di daxuyaniya partiya opozîsîonê de hate gotin.

Belge di derbarê rastîyên dawî yên zexta li dijî çalakgeran hate qebûlkirin,

“Sedem ew e, ku ew mafên binpêkirî yên belavkerên ku bi mopedan radest dikin, diparêzin. Di 1’ê Tebaxê de koma belavkeran nerazîbûn nîşan dan, ku xebatkarên midûriyeta trafîkê mopedên wan rawestandin û birin qada cezayê. Yekser piştî wê gilîkirinê, serokê dezgehê Afîyaddîn Memmedov 30 roj zîndana îdarî hat mehkûm kirin. Di rojên pêş de endamên Lijneya Rêveberiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Serbixwe Ayhan Îsrafîlov û Elvîn Mustafaev jî bi sûcdariya bidestxistin, xwedîkirin û bikaranîna madeyên hişber, hatin girtin.

“Eniya Gel a Azerbaycanê” di wê baweriyê de ye ku ev sûc derew in û diyar dike, ku ev kes ji ber xebatên xwe yên gel bûne hedef.

“Eniya Gel a Azerbaycanê” van zextan bi tundî şermezar dike û daxwaza berdana girtiyan dike.

Her wiha partiyê daxwaz kir, ku helwesta dijminatyê ya li hemberî muxalefet û hêzên serbixwe yên civakî-siyasî raweste. Di van mehên dawî de siyasetmedar û kesayetên giştî û bawermend jî ji ber sedemên siyasî hatin girtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button