
“Şerê li Qerebaxê sê sal berê bi dawî bû. Ermenîstan hema hema hemû daxwazên Bakûyê qebûl kir û di berdêla wê de ji ermeniyên Qerebaxê garantî xwest. Baku israr dike, ku ew ê wek welatiyên Azerbaycanê bibin xwediyê heman mafan:” Servîsa rûsî ya BBC, li ser nakokiyên Ermenistan û Azerbaycanê dike.
Rojname bi bîr xist ku Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bi awayekî pir eşkere gotiye: Ermeniyên Qerebaxê yan divê pasaporta Azerbaycanê bistînin, yan jî ji herêmê derkevin. Her wiha, hem wî û hem jî rayedarên wî gelek caran gotine, ku ligel pasaportê, ermeniyên Qerebaxê jî wek hemwelatiyên din ên Azerbaycanê xwediyê heman mafan bin.
Rewşa mafên mirovan li Azerbaycanê xerab e û ji ber ku di dibistanan de propagandaya nefretê ya li dijî Ermenîyan tê kirin, ev pirs derdikeve holê, ku wê li vir ermeniyên etnîkî wekî hevwelatiyên wan çawa bêne hesibandin.
Tevîl, ku ermeniyên ji Artsaxê heta niha daxwaza xwe ya ji bo bidestxistina hemwelatiya Azerî eşkere nekiriye, BBC bi Ajansa Dewletê ya Xizmetguzariyên ji Welatiyan, ya Azerbaycanê, têkilî danî û ji wan pirsî, ku ermeniyên Qerebaxê, ku dixwazin pasaporta Azerî bistînin, divê herin ku derê. Rojnamevan re gotin , ku li Wezareta Karên Hundir pirs bike. Wezaretê heta niha bersiv nedaye van bangan û, herwiha Dezgeha Koçberiyê ya Azerbaycanê jî.
Hin pispor di wê baweriyê de ne, ku rayedarên Azerbaycanê bi tenê hewl didin ermeniyan ji Qerebaxê derxin.
Azerbaycan di rêz û raporên cuda yên navneteweyî de wek welatê herî kêm demokrat ê Başûrê Kafkasyayê xuya dike. Gelek rojnamevan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan di zindanan de ne, gelek rexnegirên rejîmê ji Azerbaycanê derketin.
Di parlementê de nûneratiya opozîsîonê hema bêje tune ye, û çend namzedên, ku beşdarî hilbijartinên serokatiyê bûne, an alîgirên serok Alîyev bûn, an jî kesayetên siyasî bûn, yên ku ji raya giştî re hema bêje nenas in.
Her wiha,di îndeksa azadiyê ya Freedom House de Komara Qerebaxa Çiya bi qismî azad tê dîtin, û Azerbaycan jî neazad tê dîtin.