EconomicsTop

Marka “Wyndham Hotels & Resorts” jixwe li Ermenîstanê ye

Merasîma îmzekirina peymanê di navbera “Green Residential Park” û “Wyndham Hotels & Resorts”, ku mezintirîn zincîra otêlên Amerîkî ya cîhanê ye, li Êrîvanê hat derbaskirin û di encamê de wê kompleksên otêlên “Wyndham Tsaghkadzor”, “Ramada Plaza by Wyndham”, “Wyndham Garden” û “Wyndham Grand Residences” li Ermenîstanê bên avakirin.

“Wyndham Hotel Group” plan dike ku ji 498 mêvanan re kompleksek otêl a, ku ji 150 ode pêk tê ,ava bike. Rûbera giştî wê bibe 22,5 hezar m². Veberhênana di projeyê de bi qasî 30 mîlyon dolarî tê texmîn kirin. Tê plankirin ku 380 karên nû bên vekirin. Tê plankirin ku kompleksa otêlê di Kanuna Pêşina 2025-an de were xebitandin:” got Sêrgêy Yêgorov, Midûrê Pêşketinê yê “Wyndham Hotel Group” li Îsraîl, Asya Navîn û welatên CIS ê.

Her wiha, wî behsa wê yekê jî kir, ku rêkeftinek li ser hevkariya demdirêj ligel kompaniya pêşdebir-veberhênanê ya “Green Residential Park” hatiye kirin

“Bi Wyndham Tsaghkadzor re, em formatek bi destxistina milkê veberhênanê ya garantîkirî didin destpêkirin, bi hêvîya ku ew ne tenê ji hêla veberhênerên herêmî, lê ji hêla hevwelatiyên me yên li Diyasporayê ve jî bibe daxwaz:” Nûnerê fermî yê şîrketa “Green Residential Park” Cohn Mkrtçyan diyar kir.

“Wyndham Hotels & Resorts” yek ji zincîrên otêlên herî mezin û pêşkeftî yên cîhanê ye, ku 9,200 otêl li 80 welatan di bin 22 markayan de yek dike. Wyndham hema hema hemî beşên bazara otêlê vedigire. Brandê de ji otêlên luks bigire heya otêlên budceyê, di nav wan de motel jî, hene.


Malpera fermî: www.wyndhamhotels.com

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button