
Azerbaycan dixwaze muzakereyên Stepanakert-Bakûyê wek diyalogeke nav-Azerbaycanî nîşan bide, yanî hinek sûcdar herin cem wan û bibêjin: Li me biborin, em bibin welatiyên we. Şêwirmendê Serokomarê Artsaxê, Wezîrê Karên Derve yê berê Davît Babayan di axaftina xwe ya bi NEWS.am ê re li ser daxuyaniya Bakûyê, ya ku gotibû ew amade ne bi ermenîyên Qerebaxê re hevdîtinên asayî pêk bînin, ev tişt got.
“Baku dixwaze mijara entegrasyonê gotûbêj bike. Wan şertek pêşwext danî, ku her hevdîtin ne mumkun dike. Ger eleqeya jidil a ji bo çareseriya aloziyê heye, wê demê divê hevdîtin bi rengekî din bên kirin. Û ev jî tenê zextê li me dikin, me birçî dihêlin û paşê jî digihîjin armanca xwe. Em dibînin, ku cîhan bêdeng e û ji bo başkirina vê rewşa şermê, tu gavan navêje:” got Davît Babayan.
Babayan di wê baweriyê de ye ku, berevajî welatên din, Azerbaycan xwedî taybetmendiyek e: ew derewan nake. Dibêje em tên we bikujin, armanca me ev e. Eger yek rabe û bêje: “Artsax Ermenî ye, wê demê herî baş ewê wê bibe , ku heta hetayê di zindanê de bimîne”.
“Pêkhateya sereke ya gotina ji nû ve entegrasyonê ew e, ku gelê Artsaxê birçî bihêle, xelk werin pêşiya wan û bêjin em bi her tiştî razî ne. Ez bawer nakim, ku hevdîtin bigîje encameke erênî, ji ber ku her tişt wê ji hevdîtina pêşê de diyar bibe û rewş hene, ku ne hevdîtin ji hevdîtinê çêtir e, ji ber ku piştî wê, rewş wê aloztir bibe. Bifikirin, ku di hevdîtinê de Azerbaycan ultîmatomekê pêşkêş bike, yan jî hevdîtin bi ser neket, emê çi bikin? Wê her tişt xerabtir bibe.” Davît Babayan tekez kir.
Hêjayî gotinê ye, ku li gorî medyaya herêmî, rayedarê Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê diyar kir, ku Bakû ji bo pêkanîna pêvajoya ji nû ve entegrasyona Ermenîyên Qerebaxê xwedî plana çalakiyê ya zelal e.