
Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê duh bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hat derbaskirin. Li gorî nûçeya “TRT Haber”ê, beriya civînê Erdogan xelat û diyarî daye hejmarek leşkerên, ku cara dawî beşdarî civînê bûne, ji ber ku wê derbasî pensîonê bibin.
Serokomarê Tirkiyê her wiha madalyaya “Ji bo xizmetên girîng ên ji bo dewletê” Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, ku 13 salan weke şêwirmend, Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û nûnerê taybet ê Serokkomariyê xebitî, xelat kir.
Fîdan di axaftina xwe ya spasiyê de careke din diyar kir, ku hêzên Çekdar ên Tirk rasterast beşdarî şerê 44 rojan ê ya Qerebaxê bûne.
“Ez vê madalyayê li ser navê hevalên xwe yên ku li Lîbya, Qerebax, Sûriye û Iraqê li gel min şer kirine , dema kirina daxwaza we şehîd bûne, distînim:” Fîdan gotye.